Li derdora Duhokê serekî tund di navbera PKK û artêsa Tirkiyê de rû dide
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li çiyawarên parêzgeha Duhokê derdora navçeya Amêdiyê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şerekî dijwar rû dide.
Li gorî çavkaniyên herêmê, îro 7ê Hezîranê ji danê sibehê ve artêşa Tirkiyê li derdora Amêdiyê cihên PKKê bombebaran dike ku balafirên şer û top jî têne bikaranîn.
Li gorî zanyariyan, di encama bombebarana Tirkiyê de li 4 gundan şewat derketiye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li herêma Pence Kilîdê du endamên PKKê hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên nêzî PKKê jî şeva borî PKKîyan li Sora Sigerê êrîşî xaleke leşkerên Tirkiyê kiriye û şerekî dijwar li wê herêmê rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin