7 hezar parçe zevî hate dabes kirin: Di navbera Hewlêr-Duhokê de bajarekî nû tê avakirin
PeyamaKurd - Şaredariya Hewlêrê îro 7ê Mijdarê 7 hezar û 11 parçe zevî li ser fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di nava sînorên şaredariyên parêzgehê de ne dabeş kir.
Hate diyarkirin ku ji bilî hejmarek karmendên Wezareta Plandanînê, zevî li karmendên Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Wezareta Elektrîkê hatine dabeşkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di merasima dabeşkirina parçeyên zeviyan de got, Şaredariya Hewlêrê piştî dabeşkirina zeviyan li ser sûdmendan, dê hemû xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bike.
Xoşnaw diyar kir, li gorî amadekariyên master plana Hewlêrê û dîzaynkirina zeviyan, dê niştîngeheke nûjen li ser rêya Hewlêr - Duhokê bê avakirin.
Herwiha Xoşnaw da zanîn, 70 hezar karmendên di nav sînorên şaredariyên parêzgeha Hewlêrê de ji bo sûdwergirtina ji zeviyan daxwazname pêşkêş kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin