Bi fermana Serokwezîr Barzanî zevî li ser zêdetirî 11 hezar malbatên sehîd û enfalkiriyan tê dabeskirin

23 November 2021 19:04 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr Barzanî zevî li ser zêdetirî 11 hezar malbatên sehîd û enfalkiriyan tê dabeskirin

PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo 11 hezar û 141 welatiyên mîratgirên şehîd û enfalkirî û jenosîd û zindaniyên siyasî û rizgarbûyên pêla Enfalê zevî têne terxankirin.

Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat eşkere kirin ku piştî hûrbîniya li ser navan û hebûna mercên terxankirina zeviyê, ku bi rêya lijneyeke pispor tê kirin û nûnerên Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê dê di lijneyê de hebin.

Herwiha hat diyar kirin ku Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê hûrbîniyê li ser lîsteya navên muameleya terxankirina zevîyan dike li sînorê îdareya Germiyanê (Kelar û Kifrî) ligel dabînkirina zeviyên pêwîst.