Serokwezîr Barzanî fermana çêkirina du rêyên sereke yên Kifrî da
PeyamaKurd – Hat ragihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye ku 2 projeyên rêyan li qezaya Kifrî bicihkirin ku ew daxwaza sereke ya xekê deverê bû.
Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razemendî daye çêkirina û qîrkirina rêya 12 Îmam-Qerebilax bi 6 milyar dînar û 21 milyon û 555 hezar dînaran, ku ev yek ji daxwazên xelkê Kifrî ye û ew rêya sereke çend gundên wê deverê bi hev ve girê dide.
Dîsa Serokwezîr razemendî daye çêkirina rêya Dêlêje – Sengaw ya li devera Kifrî ku bi yek milyar dînar bê çêkirin û ew jî yek ji daxwazên xelkê Kufrê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser daxwazên deverê soz dabû xelkê Kifrî ku daxwazên wan bicih werînin û ji bo vê jî komîteyek hatibû avakirin û wê komîteyê serdana Kifrî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin