Bi fermana Serokwezîr Barzanî li Sêmêlê hejmarek proje têne çêkirin
PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li qezaya Sêmêl a Duhokê hejmarek projeyên xizmetguzariyê têne çêkirin.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê û Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Duhokê ya PDKê Serbest Lezgîn, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, Parêzgerê Duhokê Elî Teter, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Berpirsê Liqa Yekê ya PDKê Newzad Ebdulah bi dezgehên hizbî û hikûmî yên qezaya Sêmêlê re îro 4ê Adarê civiyan.
Piştî civînê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parêzgeha Duhokê, eşkere kir ku di wê civînê de û piştî radestkirina daxwaziyên aliyên pêwendîdar ên hizbî û hikûmî li qezaya Sêmêlê, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hejmareke biryarên hikûmî yên girêdayî wê qezayê hatin derxistin.
Li gorî biryaran, li qezaya Sêmelê rê, dezgehên hikûmî, hewzê avê û eywana sporê bên çêkirin û navendek jî ji bo perwerdeya zarokên otîstîk bê vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin