Bi fermana Serokwezîr Barzanî îdareyeke nû li Raperînê vedibe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêveberiyeke nû ya Îdareya Raperînê tê vekirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Kurdistanê îro 6ê Îlonê ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Rêyên ya ser bi Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê vekirin.
Hate diyarkirin, vekirina vê rêveberiya nû, bi mebesta serperiştîkirin û çavdêrîkirina projeyên rê, avedankirin, niştecihkirin û gihandina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û bihêzkirin û piştevanîkirina îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêveberiya Giştî ya Rê, wê girêdayî Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin