Serokwezîr Barzanî pira Raperînê vedike

27 May 2024 10:38 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pira Raperînê vedike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pira Raniye-Bêngird a di nava sînorên Rêveberiya Serbixwe ya Raperê de vedike.

Kevirê bingehîn ê pira ku di bin kontrola Rêveberiya Serbixwe ya Raperê de ye, di 13ê Cotmeha 2020an de ji aliyê Serokwezîr ve bi bihayê 11 milyar û 387 milyon û 745 hezar û 800 dînar hatiye danîn.

Pira ku wê Raperîn, Dûkan û Silêmaniyê bigihîne hev û çûnûhatin, bazirganî, geştiyar û çandiniya welatiyan hêsan bike, dirêjiya wê 420 metre, firehiya wê 15 metre û bilindiya wê jî 32 metre ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna binê pirê de got: “Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe dibînin ku xizmeteke hêja ji bo vê herêmê bikin. Îro em li vir in ji bo danîna kevirê bingehîn ê Ranya-Bêngirdê ku wê bibe pireke stratejîk ku xizmeta vê herêmê bike, alîkariya cotkaran bike ku berhemên xwe bigihînin bazarê, geştiyar û bazirganiyê geş bike."