Mesrûr Barzanî: Wê Pira Ranyayê sûdê li gestiyarî û aboriya Raperînê bike

27 May 2024 17:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Wê Pira Ranyayê sûdê li gestiyarî û aboriya Raperînê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser pêkanîna projeya Pira Ranyayê ku îro hate vekirin got: “Me berî çar salan berê binyatî ji bo Pira Ranyayê danî û îro me vekir”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir û got, “Berî nêzî çar salan, di rewşeke dijwar de ji ber belavbûna Koronayê, me berê binyatî ji bo pira Ranyayê danî û îro me vekir”.

Mesrûr Barzanî got: “Ev pir ji aliyê şiyanên navxweyî ve hatiye çêkirin, sûdê wê ji bo kertên geştyarî û aborî û hatinûçûna welatiyan û berhemên cotyaran li deverê hebe”.

Îro 27ê Gulanê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî pira Ranya-Bingirdê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê hat vekirin.

Berê binyatî yê pira Ranyayê li sala 2021ê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatibû danîn. Ev pir li ser Zêyê Biçûk e û bi bihayê 11 milyar û 387 milyon û 745 hezar û 800 dînar hat çêkirin.

Pira Ranya-Bingirdê 420 metran dirêj, 15 metran fireh û 32 metran jî bilind e. Ev pir Raperîn, bajarkê Dukanê û Silêmaniyê bi hev ve girê dide û çûnûhatina welatiyan, bazirganî, geştiyarî û çandiniyê hêsantir dike.