Mesrûr Barzanî: PDK piranî be jî hikûmet a hemû aliyan e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê pêşwazî li şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Şanda PDKê ji bilî pîrozbahiya li Serokwezîr, hêviya serkeftinê jê re û ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwest û da zanîn ku PDK bi hemû awayî piştevaniyê li hikûmetê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya şanda Polîtburoya PDKê kir û got: "Rast e PDK di hukûmetê de piranî ye, lê pêwîst e hikûmet a hemû welatiyan be û xizmeta hemûyan bê cudahî bike."
Barzanî daxwaz ji partiyên Kurdistanê jî kir ku hevkar û alîkarê Hikûmetê bin.
Serokwezîr herwiha bal kişand ser serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku bûye sedema destpêkirina gereke nû ya guftûgoyên bi armanca çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê, bi awayekî ku maf û erkên hemû aliyan li ber çav bêne girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin