Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanya re civiya: Hikûmeta Kurdistanê hemû erkên xwe bicih anîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Gulanê roja Yekşemê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson Richardson kir.
Di civîna ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave jî amadehî kir de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser ku piştî îmzekirina rêkeftina taybet bi petrolê, Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û ew li bendê ne ku hikûmeta federal jî erk û berpirsyariyên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê bicih bîne.
Balyozê Brîtanyayê jî piştevaniya welatê xwe ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de dubare kir.
Ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî herdu aliyan girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî anîn ziman.
Herwiha pêwîstiya bicihanîna rêkeftina Şingalê û piştgiriya bo parastina hemû mafên Êzdiyan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de hate dubare kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin