Mesrûr Barzanî û Balyozê Awustralyayê civiyan

21 March 2025 10:40 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Balyozê Awustralyayê civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awustralya li Iraqê Glenn Miles li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, îro pêncşem 20.03.2025, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Awustralya li Iraqê Glenn Miles kir.

Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingehên destûrî hate kirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê jî hatin nirxandin.