Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi Balyozê Tirkiye yê li Iraqê re civiyan

27 November 2023 16:25 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi Balyozê Tirkiye yê li Iraqê re civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di 27ê Mijdarê de pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser bipêşxistina bazirganiyê û hêsankirina bo çûnûhatin û geştkirina di navbera her du welatan de kirin.

Mijareke din a hevdêtinê jî, bi taybet li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû, her du alî jî li ser wê yekê hemfikir bûn ku bi zûtirîn dem destpêkirina hinardekirina petrola Herema Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê girîng e.

Di vê derbarê de Balyozê Tirkiyeyê amadehiya welatê xwe ji bo dubare destpêkirina proseya hinardekirinê nîşan da.