Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyozê Rûsyayê civiya
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Îlyberus Kudrashov re qala amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê kir.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Îlyberus Kudraşov kir.
Di hevdîtinê de aliyan li ser pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê û pêşhateyên dawî yên di derbarê Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di hevdîtina ku qala amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê jî hat kirin de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêvajo di atmosfereke aram û dûrî binpêkirinan de encam bera.
Herwiha aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin