Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Gistî yê Fransayê kir

29 November 2023 16:48 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Gistî yê Fransayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di 29ê Mijdarê de pêşwaziya Balyozê Giştî yê nû yê Fransayê li Herema Kurdistanê Yan Brîm kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Balyozê Giştî yê nû pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî diyar kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê jî amaje da ku Herêma Kurdistanê pêgeheke giring û taybet li gel Serokê Fransayê û xelkê Fransayê bi gistî heye, herwesa dilxwaziya welatê xwe jî ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re, di warên cuda cuda de tekez kir.

Danûstandinên li ser dawî pêşhat û guhertinên Iraq û deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.