Hewlêr | Mesrûr Barzanî û balyozê Fransa li Iraqê civiyan

06 February 2020 14:58 0 dîtin
Hewlêr | Mesrûr Barzanî û balyozê Fransa li Iraqê civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.

Îro danê sibê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Bruno Aubet kir. Di hevdîtinê de, derbarê guherînên Iraqê û herêmê û girîngiya têkiliyên Herêma Kurdistanê û Fransayê guftûgo hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya aramkirina rewşa niha ya Iraqê kir û amaje bi wê da, ku ew piştgiriyê li hikûmetekê dikin ku pabendî bicîhkirina destûrê û rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.

Balyozê Fransa amadehiya welatê xwe ji bo girîngîpêdana peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman, bi taybet jî girîngiya piştgirîdana artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û gefên rêxistina terorê ya DAIŞê de.


Berhem Salih serdana Hewlêrê kir