Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanya re çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Kanûnê bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson re civiya û herdu aliyan çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatine gotûbêjkirin.
Herwiha herdu aliyan tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê û bernameya hikûmeta Iraqê kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku keşeke erênî pêk hatiye ji bo çareserkirina kêşeyan û ew hêvîdarin rizamendiya li ser şandina pişka Herêmê ji bo mehên 11 û 12, bibe pêngavek ber bi gihîştina rêkeftina li ser çareserkirina kêşeyên girêdayî budce û petrol û gaz û navçeyên kêşe li ser û mijarên din.
Di beşeke din a civînê de, gotûbêj li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê ji bo bazarên Brîtanya û Ewropayê bi giştî hat kirin.
Di civînê de, girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û bicihkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê û derçûna milîs û hêzên çekdar ên neyasayî jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin