Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

11 November 2023 17:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên di derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê de hatin giftûgokirin, çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û pêşxistina têkeliyên her du alî hatin nirxandin.

Aliyan li ser parastina ewlehî û aramiya Iraqê, dûrxistina wê ji şer û qeyranên navçeyê û parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, balyozxane û dîplomatên Iraqê li hev kirin.

Di civînê de mijarên din ên ku hatin gotûbêjkirin, lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja diyarkirî de û amadekariyên hilbijartinan bûn.