Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê xitimîna siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

11 October 2022 17:56 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê xitimîna siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Fransa yê Iraqê Eric Chevalier kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî amadehî kir de, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê, guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa Iraqê û hewldanên derbaskirina xitimîna siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, li ser girîngiya parastina asayîş û îstiqrara herêmê û çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêj û hevtêgihîştinê hat axaftin.