Mesrûr Barzanî û Balyozê Belçîkayê civiyan: Sirîkatiya bihêz…

28 May 2019 15:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Balyozê Belçîkayê civiyan: Sirîkatiya bihêz…

PeyamaKurd – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û namzetê Serokwezîrtiya Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwaziya Balyozê Belçîkayê yê li Urdin û Iraqê Hendrik Van de Velde kir.

Di hevdîtina Barzanî û Velde de, meseleyên herêmê hatin axaftin û girîngiya şirîkatiya Belçîka û Kurdistanê hat destnîşan kirin.

Herwiha di civînê de, mijarên hilbijartina serokê nû yê Kurdistanê û hewlên pêkanînan hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin