Mesrûr Barzanî bi balyozê nû yê Belçîkayê re civiya

18 October 2023 19:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi balyozê nû yê Belçîkayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 18ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Belçîkayê li Iraq û Urdinê Serge Dickschen kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Balyozê Belçîkayê kir ku nû dest bi kar kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Hate diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî û Balyozê Belçîkayê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û pêşxistina pêwendiyên navbera Belçîka û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî de gotûbêj kirin.

Herwiha pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan bo warên xwe jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.