Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Brîtanya Hitchen re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 6ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchen kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de hewl û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû û rewşa giştî ya Iraq û Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin.
Balyozê Brîtanyayê proseya gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêk birêve çû, bilind nirxand û pîrozbahiya serkeftina proseyê li serokwezîr kir.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn demê de kirin.
Serokwezîr Barzanî da zanîn, “Me ti veto li ser beşdariya ti aliyekî nîne û em dixwazin Hikûmeteke berfireh, bihêz û yekgirtî li ser encamên hilbijartinan û dengên aliyên siyasî bê avakirin.”
Di hevdîtinê de behsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinartina petrolê jî hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin