Mesrûr Barzanî: Ji bo pêkanîna zû ya hikûmetê hemû alî berpirsiyar in

17 June 2019 20:07 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ji bo pêkanîna zû ya hikûmetê hemû alî berpirsiyar in

PeyamaKurd – Serokwezîrê ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê erkdarkirî yê Mesrûr Barzanî di gera xwe ya îro ya pêkanîna hikûmetê de, piştî YNK, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê, serdana Tevgera Goranê jî kir.

Barzanî piştî civîna ligel Tevgera Goran li Silêmaniyê di civîna rojnemevanî de spasiya helwesta Goranê bo pêkanîna hikûmetê kir û got, “Em hêvîdar in beriya betlaneya parlementoyê proseya pêkanîna hikûmetê bi dawî bikin. Em li benda aliyên siyasî ne û ez di wê baweriyê da me biraderên Goranê beriya bidawîbûna proseyê CVyên hevalên xwe amade bikin.”

Mesrûr Barzanî li ser helwesta giştî ya aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmetê diyar kir, “Dilê min gelekî rihet e û kêfxweş im ku di hemû civînên ligel aliyên siyasî de min hest bi wê yekê kir hemû alî berpirsiyar in bo hikûmeta nû zû pêk were. Hêvîdar im hikûmet di dema xwe de ava bibe”

Endamê Xaneya Raperindinê yê Tevgera Goranê Celal Cewher jî di civîna rojnamevanî de wiha axivî: “Rêkeftina me ligel PDKê heye bi temamî em pabendî naveroka wê rêkeftinê ne. Îro Kak Mesrûr Barzanî serdana me kir. Me soz da wî ku heta di dema diyarkirî da CVyan jê re bişînin. Em aniha bi CVyan re mijûl in.”