Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê îro Mesrûr Barzanî wezîfedar dike
PeyamaKurd - Endama Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, Xedîce Omer dibêje, îro Çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî namzedê serokwezîriyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wezîfedar dike.
Xedîce Omer ragihand: “Hemû rêkarên yasayî hatine encamdan û ti astengek nemaye. Serokê Parlamentoyê jî got, dê bi zûtirîn dem destnîşankirina serokwezîr ji Serokê Herêma Kurdistanê re bişîne. Lewma jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê îro Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike.”
Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê wezîfedarkirin, 30 rojan dema wî heye ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.
Tê çaverêkirin piştî wezîfedarkirinê, Mesûr Barzanî berî dema diyarkirî û di demeke kêmtir ji 30 rojan de hikûmetê pêk bîne.
Partiya Demokrata Kurdistanê di gera pêncem a hilbijartinên 30ê Îlona 2018an ên Parlamentoya Kurdistanê de, bûbû hêza yekem û 45 kursiyên parlamentoyê misoger kir. Piştî wê serkeftinê, PDKê bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê weke berbijêrê xwe destnîşan kiribû.
Rojek piştî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê, di civîna Parlamentoya Kurdistanê de ji 97 parlamenterên amade, Mesrûr Barzanî bi dengê 87 parlamenteran weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin