Serok Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo avakirina hikûmetê erkdar kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Hezîranê serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir û ji bo pêkanîna kabîneya nû erkdar kir.
Seroka Parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd û Serokê Encûmena Dadweriya Kurdistanê Bengîn Qasim Ehmed di merasîma erkdarkirinê amadehî kirin.
Li gorî qanûnên Kurdistanê, divê serokê hikûmetê bi aliyên siyasî re bikeve nav danûstdandinê û di nav 30 rojan de kabîneya xwe pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin