Nêçîrvan Barzanî: Ez spasiya hewldanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo avakirina vê saziyê dikim

08 June 2022 09:41 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Ez spasiya hewldanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo avakirina vê saziyê dikim

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di merasîma derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de axivî û pesnê pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.

Li gor Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew ê piştevaniya avakirina dezgeheke akredîtasyonê ji bo bername û navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê bikin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Ez spasiya hewldanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo avakirina vê saziyê dikim. Ez jî ji bo dîtina ku ev zanîngeh li ser hatiye damezrandin pîrozbahiyê li wî dikim û hêvî dikim ku ew berdewam be.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji xwendekarên derçû yên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê re eşkere kir: “Hûn hêviya paşerojê û serkirdeyên paşerojê yên vî welatî ne. Azadiya ku îro hatiye bidestxistin encama xebat û qurbanîdana bav û kalên we ye.”