Mesrûr Barzanî: PDK û YNK girêdayî rêkeftinên pêkanîna hikûmetê ne

17 June 2019 14:32 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: PDK û YNK girêdayî rêkeftinên pêkanîna hikûmetê ne

PeyamaKurd – Piştî civîna Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî ya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, bi daxuyaniyeke rojnamevanî naveroka civînê hat eşkere kirin.

Mesrûr Barzanî li ser civîna ligel YNKê got, armanca civînê pêşkêşkirina C.Vyên namzedên postên kabîneya nehem bû ku ji bo di zûtirîn demê de pêkaheya kabîneya nû pêşkêşî Parlemantoyê Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Erkê me pêkanîna hikûmetê ye û YNK jî bi rêkeftinên berê yên di navbera PDK û YNKê de hatine îmzekirin, pabend e.”

Endama şanda YNKê Îmad Ehmed jî got, ‘Em hêvîdar in bi PDK û aliyên din re hikûmeteke bihêz pêk bînin, ji bo bikare xizmetguzariyan pêşkêş bike.’

Ehmedê diyar kir, wek YNKê ew pabendî rêkeftina bi PDKê re dibin û berê jî YNKê hevbeşekî rasteqîne bû û ev ne kabîneya yekem e ku YNKê beşdariyê tê de dike.