Mesrûr Barzanî: Divê li ser bingeha destûrê rêz li rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê bê girtin...
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Tebaxê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê hate ragihandin, di civînê de encama serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê hat pêşkêşkirin ku taybet bû bi gotûbêjkirina reşnivîsa projeyasaya petrol û gazê ya federal bi hevbeşî û bi hev re di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de ku berhemhênerên petrol û gazê ne, ew jî bi xwegirêdana bi madeyên destûrî yên li ser sektora petrol û gazê.
Serokwezîr Barzanî di civînê de got, divê di gotûbêjkirina yasaya petrol û gazê de li ser asta Iraqa federal, maddeyên Destûra Iraqê yên li ser sektora petrol û gazê bikin bingeh û her wek di Destûrê de jî bi zelalî hatiye, ev projeyasa divê bi rizamendiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û parêzgehên berhênerên petrola Iraqê be û rengdana bingehên sîstema federal a Iraqê be wek di Destûrê de hatiye bicihkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, divê rêz li wan rêkeftinan were girtin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatine îmzekirin.
Encûmena Wezîran girîngiya hebûna yasaya petrol û gazê li ser asta Iraqê dûpat kiriye bi mercek li gor bingehên rêkxistina vê sektorê be û sîstema federal a Iraqê be wek di destûrê de hatiye.
Di beşeke din a civînê de, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed reşnivîsa "peyrewa sindoqa çavdêrî û şiyandina kesên kêmendam û xwedî pêwîstiyên taybet" pêşkêş kir ku li ber ronahiya yasaya hejmara 22 ya sala 2011 hatiye amadekirin û armanc jê, destbikarkirina sindoqê ye, da ku dahateke bidesthatî ya vî warî tê de were komkirin û careke din were xerckirin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan.
Encûmena Wezîran bi yekdengî peyrew pesend kir û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî raspart, bi hevahengiya wezaretên pêwendîdar û rêxistinan, rêkarên pêwîst werbigrin piştî ketina warê cîbicîkirina peyrewê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin