Mesrûr Barzanî bi Helbûsî re civiya: Pêwîste çareseriya kêseyên Hêwlêr-Bexdayê li ser bingeha destûrê be
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Gulanê li Hewlêra paytext pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Di hevdîtinê de pêşhat û geşedanên Iraqê û herêmê hat gotûbêjkirin, bi taybetî amadekariyên pêkanîna hilbijartinên bê yên Iraqê û girîngiya zemînxweşkirina li ber hilbijartinên pak û paqij ku maf û daxwaza hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike.
Herwiha tekezî li pêwîstiya çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hat kirin bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê.
Di beşeke din a civînê de metirsiyên terorê bi giştî û gefên DAIŞê hatin gotûbêj kirin ku di çendîn deverên Iraqê de gefa rasteqîn in li ser jiyana xelkê.
Li ser vê mijarê tekezî li girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û yekxistina hemû hêz û şiyanan hate kirin ji bo rêgirtina li gef û metirsiyên terorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin