Mesrûr Barzanî û Helbûsî civiyan: Iraq bi besdariya xurt a Kurd û Sûniyan aram dibe

07 December 2021 20:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Helbûsî civiyan: Iraq bi besdariya xurt a Kurd û Sûniyan aram dibe

PeyamaKurd  - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Kanûnê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî û guhartinên Iraqê, gefên terorê û êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DAIŞê hatin gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê hevtêgihîştinên siyasî yên di qonaxa bê de û karkirina bi arasteya arambûna rewşa Iraqê bi riya beşdariya aktîv a her du pêkhateyên Kurd û Sune hate kirin, ji bo dabînkirina aramî û geşepêdana rewşa aborî û jiyana welatiyên Iraqê û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê.