Mesrûr Barzanî û Sêwirmendê Asayîsa Iraqê civiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê Faleh Feyaz re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de guftûgo li ser pêwendiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de hatiye kirin û hatiye xwestin, hewldan bên bihêz kirin ji bo gihîştina çareseriyekê ji pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê re li gorî destûrê.
Li gorî ragihandina hikûmeta Kurdistanê di hevdîtinê de, girîngiya hebûna hemahengiya zêdetir a hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo tekoşîna li hember metirsiyên terorîstên DAIŞê hatiye axaftin.
Di civînê de herdu aliyan jî rijdbûna li ser pêwîstiya rêzgirtina li daxwazên aştiyane yên xwepêşanderên Iraqê anîne ziman û piştevanî dane pêngavên çaksaziyê yên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin