Serok Barzanî pêswazî li Sêwirmendê Asayîsa Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Çile li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Eta Faleh Feyaz ku Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê ye kir.
Li gor ragihandina malpera Serok Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî yên temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgokirin.
Di hevdîtinê de tekezî li ser hemahengiya her du aliyan ya li proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina kêşeyan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin