Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Sêwirmendê Asayîsa Nistîmanîya Iraqê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El Erecî kir.
Hat ragihandin ku di civînê de, pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiya Iraqê, çalakiyên çekdarî yên dijî balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexda û metirsî û encamên wê, gef û tevgera DAIŞê û rûbirûbûna wan, bi taybetî li navçeyên maddeya (140) ya destûr û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Iraqê, hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya karkirin û parastina asayîşa balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexdayê û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo rûbirûbûna terorê û çalakiyên DAIŞê kirin, heta piştrastbûna ji navbirina wan ya yekcarî.
Herwiha rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, beşeke din a civînê bûn ku birêzan Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, amadeyê vê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin