Mesrûr Barzanî û Ebadî civiyan: Pêwîste kêse li ser bingeha destûrê bên çareserkirin

01 March 2023 20:15 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Ebadî civiyan: Pêwîste kêse li ser bingeha destûrê bên çareserkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Adarê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir û di civînê de pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê anî ziman.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de tekezî li pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê hat kirin, ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.

Herwiha li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di hemû waran de bi armanca avakirina bingeheke bihêz a aboriyê jî axaftin.

Di civînê de, behsa sûdwergirtina ji derfetan hat kirin ji bo pêşxistina rewşa aboriyê li Iraqê û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyê ji bo welatiyan.