Mesrûr Barzanî koma parlamentarên Brîtanyayê re civiya: Pêwîste civaka navdewletî...
PeyamaKurd – Serokwezîrê erkdarî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li şandeke grûpa hemû partiyên Parlemana Brîtanya kir.
Mesrûr Barzanî ji ber hevkarî û piştevaniya wan ji Herêma Kurdistanê re, destxweşî li grûpa parlemanterên Brîtanyayê kir û behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê kir.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser hejmara mezin a koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û ji şanda mêvan daxwaz kir, pêwîst e civaka navdewletî hewlên xwe bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî zêdetir bike.
Ji aliyê xwe ve şanda grûpa partiyên Parlemana Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan di navbera Bîrtanya û Herêma Kurdistanê de kir û armanca serdana xwe eşkere kir, ku ji aliyekî ve hanê didin veberhênerên Brîtanî bêne Herêma Kurdistanê û ji aliyekî din ve dixwazin lêkolînê derbarê çawaniya hevkariyê bi koçber û penaberan re bikin.
Di dawiya hevdîtinê de, ji bilî xwestina hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di erkê nû de, amadehiya xwe ji bo piştevaniya wî di kabîneya nû de derbirîn bo handana sermeyedarên Brîtanya di pêşvebirina aboriyê û pêşkêşkirina pisporan de di warên cuda yên Herêma Kurdistanê de beşdar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin