Mesrûr Barzanî û Plasschaert çareseriya bi bingeha destûrê destnîsan kirin

20 May 2021 15:10 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Plasschaert çareseriya bi bingeha destûrê destnîsan kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Gulanê pêşwazî li Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa rewşa Iraqê bi giştî û pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingehê destûrê kirin.

Herwiha rola erênî ya Neteweyên Yekbûyî di çareserkirina arîşeyan, hilbijartinên bê yên Iraqê û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê de jî hatin axaftin.