Mesrûr Barzanî û Eyad Elawî civiyan: Divê kêseyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin

09 December 2022 20:08 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Eyad Elawî civiyan: Divê kêseyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî. îro Înê bi Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî re civiya.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî kir û pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di civînê de herdu aliyan, rewşa giştî, pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê, gotûbêj kirin.