Serok Barzanî û Eyad Elawî li hev civiyan
PeyamaKurd - Serok Barzanî û Eyad Ellawî li hev civiyan. Di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin.
Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kiriye ku îro roja şemiyê li bajarê Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Dr. Eyad Elawî kiriye.
Herwiha hatiye aşkerekirin ku di daxuyaniyê de rewşa siyasî ya li Iraqê û geşedanên dawî yên siyasî hatine gotûbêjkirin. Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Serok Barzanî û Eyad Ellawî peywendiyê Hewlêr – Bexdayê hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin