Serok Barzanî, Eyad Elawî qebûl kir
PeyamaKurd- Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serok Barzanî, duh Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî qebûl kir.
Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, şandeyeke Hevpeymaniya Nîştimanî ya Iraqê ya bi pêşengiya Eyad Elawî qebûl kir û di derbarê hevdîtinê de ev daxuyanî hat dayîn:
“Di civîna li Pîrmamê de pêk hat de rewşa dawî û geşedanên siyasî yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.”
Hat diyarkirin ku pêvajoya siyasî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Iraqê re hatin nirxandin û aliyan diyar kir ku beriya pirsgirêk kûr bibin, divê bi rêya gotûbêjê werin çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin