Serok Barzanî û Eyad Elawî rewsa Iraq û herêmê gotûbêj kirin

18 November 2024 16:29 0 dîtin
Serok Barzanî û Eyad Elawî rewsa Iraq û herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 18ê Mijdarê li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Îraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî, derbarê hevdîtinê de ragihand ku danûstandin li ser geşedanên dawî û rewşa Iraq û herêmê kirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û pêşhatên dawî û guhertinên Iraq û deverê û gef û nakokiyên li pêşiya îstiqrara Iraqê bi hev guhertin.

Serok Barzanî, beriya Elawî jî pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê ya bi serokatiya Qasim Fehdawî kiribû.

Di wê hevdîtinê de jî, her du aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.