Serok Barzanî bi Eyad Elawî re axivî û ji bo wî sîfaya bilez xwest
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê bi rêya telefonê bi Dr. Eyad Elawî re axivî û pirsa tenduristiya wî kir.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo serkeftina neştergeriya bo Eyad Elawî ragihand ku yek li nexweşxaneyeke welatê Urdinê hatiye kirin.
Serok Barzanî ji bo Dr. Eyad Elawî hêviya şîfaya bilez û tendirustiyê xwest.
Dr. Eyad Elawî siyasetmedarekî naskirî yê Iraqê ye û Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Iraqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin