Serok Barzanî pêswazî li Eyad Elawî kir

03 March 2021 19:51 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Eyad Elawî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 3yê Adarê li Selahedîn, pêşwazî li Serokê Îtilafa Niştimanî ya Iraqê Dr. Eyad Ellawî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê û guhertin û geşedanên herî dawî yên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de li ser hilbijartinên bê yên Iraqê gotûbêj kirin û li ser asteng û gefên li ber hilbijartinan û proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhateyên Iraqê, fikr û ramanên xwe parve kirin.