Serok Barzanî pêswazî li Eyad Elawî û sanda li gel kir

01 September 2018 21:39 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Eyad Elawî û sanda li gel kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê ya bi serokatiya Eyad Ellawî kir û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî li Selahedîn, li gel şandeke bilind a Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê ya bi serokatiya Eyad Ellawî civiya û di civînê de behsa ezmûnên derbasbûyî yên proseya siyasî ya Iraqê ya piştî qonaxa 2003an kirin û wan babetan xistin ber gotûbêjê ku bûne sedema wê yekê Iraq tûşî qeyrana kûr a siyasî û ewlehî û aborî bûye.

Şanda mêvan, nîgeraniyên xwe li ser tehdît û aloziyên niha yên li nav proseya siyasî ya Iraqê ji Serok Barzanî re gihandin.

Herwiha di civînê de pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina hersê serokatiyên Iraqê û pêkanîna mezintirîn fraksiyona parlamentoyê û rûniştina yekem a parlamentoyê û eger û pêşhatên pêçwîst bi proseya siyasî mijareke din a civîna di navbera Serok Barzanî û şanda bilinda Hevpeymaniya Elweteniye ya Iraqê bû û têda tekez li ser pabendbûna sê prensîpên şeraketiya rastî û tewafûq û parsengiyê kirin û herwiha wê yekê jî tekez kirin ku ji bo parastina şeraket û avakirina dewlet û pabendbûna bi rêkeftinan, pêwîstî bi mîsogerî û mekanîzmeke zelal heye.”