Serokwezîr Barzanî: Divê pirsgirêkên bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê bên çareserkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî îro Sêşemê bi şanda Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş li Iraq û Sûriyê Major General Gerald Strickland seroktiya wê dikir re civiya.
Di hevdîtina ku Konsûlê Giştî yê Amerîka Steven Fagin tê de amade bû, girîngiya hevhanegiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê de bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronî xiste ser proseyên çaksaziyê yên hikûmetê di herdu warên birêvebirin û darayî de û bi taybet jî bal kişand ser pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser ku pêwîst e pirsgirêkên bi Bexdayê re bi awayekî dadperwerane û li ser bingeha destûrê bi awayekî bineretî bêne çareserkirin.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, tekezî li girîngiya berdewambûna hevkarîkirina hêza Pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve kir û bi taybet jî di warê rahênana serbazî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin