Serokwezîr Barzanî: Em amade ne pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bikin

22 June 2020 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Em amade ne pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, civîneke taybet li ser danûstandinên ligel hikûmeta federal a Iraqê bi vîdyokonferansê li dar xist.

Piştî civînê hat ragihandin ku di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê û endamên şanda danûstandinan beşdar bûne de, guftûgo derbarê derencamên danpstandinan û çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta federalî re li ser bingeha destûrê hatine kirin, ji bo gihîştina encam û rêkeftinê, di çarçoveya dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê de.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî bingehîn bi hikûmeta federalî re û got, "Di çarçoveya bicihkirina pabendbûna li hember dabînkirina maf û destkeftên Kurdan yên destûrî de, ji bo bigihin rêkeftineke giştgîr ku tê de erk û berpirsatiyên herdu aliyan diyar be û cihê razemendiya herdu aliyan be".

Barzanî bibîr xist ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de, di berjewendiya tevahiya welatiyên Iraqê de ye û faktoreke girîng e ji bo peydakirina armaniyê li navçeyê.

Di civînê de biryar hat dayîn ku şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê sibe Sêşemê 23. 6. 2020an serdana Bexdayê bike.