Serokwezîr Barzanî, ligel Hakan Fîdan civiya

24 August 2023 15:01 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Hakan Fîdan civiya

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku di çarçoveya serdana fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de hevdîtina ligel Serokwezîr Barzanî dest pê kir.

Hat ragihandin ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Bayraktar jî beşdarî civîna navborî bû û hat zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rojeva sereke ya civînê bû.

Tê çaverêkirin ku Hakan Fîdan bi Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahaddîn Behaeddîn û nûnerên Tirkmenan ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Her wiha Hakan Fîdan, şeva borî piştî pêwendiyên xwe yên li Bexdayê derbasî Hewlêrê bûbû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.