Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan rewsa herêmê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

16 February 2025 10:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan rewsa herêmê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Munîhê civiyan û pêşhatên dawî yên herêmê û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê got: "Bi kêfxweşî min hevalê xwe Hakan Fîdan dît û me pêşketinên dawî yên herêmê guftûgo kirin. Me dîtinên xwe yên li ser xurtkirina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re parve kirin û me tekezî li rêbazên xurtkirina aramiya herêmê kir."

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê hevdîtinê de ragihand ku di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re hatin nirxandin.

Herwiha xurtkirina hevkariyên di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de û pêşhatên ewlehî û siyasî yên Îraq, Sûriye û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî bi pêşxistina pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.

Barzanî, behsa girîngiya hevkariya di hemû waran a bi Tirkiyeyê re kir, bi taybetî di warê ewlehî û aramiya herêmê de anî zimên.

Hakan Fîdan jî daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo xurtkirina pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê û tekezî li ser girîngiya hevahengiya hevbeş a ji bo pêkanîna aramî û pêşketinê li herêmê kir.