Serokwezîr Barzanî û Hakan Fîdan civiyan
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin dayîn, di çarçoveya serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hedîtina wî ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê nirxandin hatine kirin.
Li ser vê serdanê ji aliyê çavdêrên siyasî ve wisa tê nirxandin ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, ji bo bipêşxistina pêwendiyên siyasî û bazirganî yên dualî, serdaneke girîng e.
Serokwezîr Barzanî, îro beriya nîvrojê ji bo hevdîtinên fermî çûbû paytexta Tirkiyeyê Enqereyê û tê çaverêkirin ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyeyê re jî hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin