Serokwezîr Barzanî, ligel sandekê çû Bexdayê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, şandek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihişt paytexta Iraqê Bexdayê.
Di agahiyên hatin dayîn de hat ragihandin ku şanda navborî ji Alîkarê Serokwezîr Kubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Encumena Wezîran Omêd Sabah û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.
Hat diyarkirin ku şand li balafirgehê ji aliyê rayedaran ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên li firokexaneyê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kurt kir.
Tê payîn ku li gorî rêzê şand bi Serokomarê Iraqê, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê re bicive. Her wiha hat zanîn ku şand dê piştre bi serokên partî û aliyên siyasî re ku Nûrî Malikî, Hadî Amirî, Ammar Hekîm û Haydar Abadî jî di nav de ne, bicive.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di derbarê mafên darayî û cîbicîkirina yasaya bûdceyê serdana Bexdayê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin