Serokwezîr Barzanî pêswaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê David Berker tekezî li ser wê yekê kirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di demeke guncav de bê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî ku li Duhokê ye, pêşwaziya Berkerê Karmendê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw jî tê de amade bû, geşepêdana pêwendiyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingehê qanûna bingehîn hatin nîqaşkirin.
Serokwezîr Barzanî û David Berker li ser piştgirîkirina hewlên çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê bi awayekî ku rêz li sîstema federalî ya Iraqê, pêkhateya destûrî û maf û desthilatên darayî yên Herêma Kurdistanê bigire, li hev kirin.
Serdana heftiya borî ya serokwezîrê Iraqê bo Bexdayê û hevdîtinên wî digel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û serokên hêz û partiyên siyasî yên Iraqê wek gaveke erênî ji bo çareseriya radîkal a pirsgirêkan hat nirxandin.
Di hevdîtinê de herwiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di demeke guncav de bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin