Nêçîrvan Barzanî û Latîf Resîd: Divê hewlên çareseriyan yên pirsgirêkên Erbîl û Bexdayê dewam bikin

11 May 2024 23:43 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Latîf Resîd: Divê hewlên çareseriyan yên pirsgirêkên Erbîl û Bexdayê dewam bikin

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd ji bo tevlî konferansa hawirdoriyê, kêş û hewayê ya li Erbîlê bibe gihabû Erbîlê û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de li balafirgehê hatibû pêşwazîkirin.

Paşî her dû serok li Erbîlê bi hevre civiyan. Barzanî û Reşîd bûn hemfikir ku divê hewlên çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê dewam bikin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Barzanî û Reşîd li ser rewşa Iraqê, herêmê axifîne, her weha ji bo parastina ewlehiyê û aramiyê axifîne, divê dewama çareseriya pirsgirêkên navbera Erbîl û Bexdayê hebin.

Serokkomar Reşîd her weha got ku wê ji bo çaresriyan û xwurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji wan re bibe alîkar. Reşîd, wê di mijara pirsgirêkên cotyarên Kurd ku bi hukumeta Iraqê re dijîn destekê bide.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser seredana xwe ya Tehranê, têkiliyên Kurdistanê û Iraqê bi Îranê re agahiyan da Reşîd. Têkiliyên navbera Kurdistan-Iraqê bi welatên cîran re mijareka din ya navbera her dû serokan bû.